Şêniyên taxa El-Dahiyê ya bajarê Hesekê bi sedema xirabbûna rêyên li taxê û paşguhkirina Şaredariya Gel giliyan dikin. Li rexê jî şaredariyê ji 2 salan ve soza sererastkirinê da. Li aliyekî dîtir jî Şaredariya Gel diyar kir ku li benda Komîteya Şaredariyên a Kantona Hesekê ne da ku hewcedariyan peyda bikin û dest bi xebatê bikin.

Şaredariya Gel a Hesekê projeya ku di 15’ê Gulana îsal de ya sererastkirina rêyên sereke li bajêr, didomîne. Tevî ku şaredarî heta niha dixebite jî, lê taxa El-Dahiyê ya li bajêr hê jî paşguh maye û rêyên wê nehatine sererastkirin.

Nesererastkirina rêyan, ji pirsgirêkên sereke ye ku şêniyên herêmê ji ber wê azarê dikişînin. Ji ber ku di dirêjahiya aloziya li herêmê de nehatiye sererastkirin. Ji wê zêdetir jî barana dijwar a di zivistana borî de bariye, hemû rê xirab kirin.

Şêniyên taxê gelek daxwaz ji şaredariyê re da ku rêyên li taxê sererast bike, rakirin. Bi taybet ji ber ku şaredariyê îsal gelek rêyên li hundirê bajêr sererast kirin. Dema ku nûçegihanê ajansa me ANHA’yê li şaredariya aliyên rojhilat bû, gelek gilî ji hêla şêniyan ve der barê sererastkirina rêyên li taxê de hatin.

Di hepeyvîna şêniyên taxa El-Dahiyê ya bajarê Hesekê li gel ANHA’yê de, bedbîniyên xwe der barê Şaredariya Gel de ku ji 2 salan ve tu xebat der barê taxê de li ser rêyan nekirine, anîn ziman.

Seîd Şakir, şêniyek ji niştecihê taxê ye û wiha diyar kir: “Şênî ji ber kortan, xirabbûna rêyan, qelişîna wan ku tê de av di zivistanê de kom dibe, pir êşan dikişînin. Ev jî tevgera şêniyan asteng dike. Her wiha jî karmend û xwendekarên ku diçin dibistanan, rêyên wan vedigerin çiravan û ew jî wan asteng dike. Dema yek nexweş dibe, di dema guncaw de nagihînin nexweşxaneyê.”

Şêniya bi navê Ezîza Derwîş got: “Şaredariya aliyên rojhilat, bûye 2 sal soza sererastkirina rêyên taxê dide. Lê belê heta niha sozên xwe pêk neanîne. Yekane daxwaz ew e ku taxa ku hatiye paşguhkirin, bê başkirin. Ji ber av li pêş malên me kom dibe û çûn û hatina me asteng dike.”

Di taxê de bi hezaran şênî û bi sedan xwendekar tevî astengiyên çûn û hatinê di zivistanê de berê xwe didin dibistanan. Hogir Mihemed (9) zarokekî astengdar e û xwendekar e û wiha got: “Daxwaza min a yekane ew e ku rêya dibistana min were sererastkirin. Di dema çûna dibistanê de, em tev şil dibin û dibin herî.”

Têkildarî rakirina giliyên şêniyan a ji aliyên pêwendîdar û nasîna sedemên derengmayînê re, me bi hevserokê Şaredariya Gel a aliyên rojhilat ya Hesekê Alcî Xalid re hevpeyvîn çêkir. Xalid wiha got: “Di hemû civînên xwe de, daxwaza sererastkirina rêyên taxên El-Dahiyê û Xişman ji Desteya Şaredariyan re dişînin. Ji ber ku rêyên van her du taxan, xirab bûne. Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan soza sererastkirina taxa El-Dahiyê di zûtirîn demê de da û em li benda pêkanînê ne.”

(fr)

ANHA