Malpera înternetê Nûdûd çend wêne weşand ku tê de xuya dike ku şêniyên bajarê Zabûlê li nava mezelan radizên.

Malperê wêne li ser hesabê xwe yê Twîtterê jî parve kir û li binê wêneyan wiha nivîsî: “Şêniyên li goristanên li Zabûlê radizên; Wêneyek ji kesên xizan ên nava mezelên li goristana Zabûlê dimînin.”

Zabûl li eyaleta Sîstan-Belûcîstan a li başûrê Îranê ye. Xizaniya li vê eyaletê bandorê li zewaca di emrê zarokatiyê de dike. Li eyaletê heta zarokên 9 salî yên keç tên zewicandin. Rayedarekî ‘xizanî’ weke sedema bingehîn a zewicandina zarokan nîşan da.”