Şêniyên herêma Zînî Wertê bi daxwaznameyekê ji hêzên PDK’ê xwestin ku ji herêmê vekêşin.

Di encama civîna gelê Dola Şawrê, Zînî Wertê, Gundê Pilingan, Herêma Raperîn û hemû gundên girêdayî Zînî Wertê ku ji hatina hêzên PDK’ê zirar dîtine, çend biryar girtin û wek daxuyaniyekê pêşkêşî hêzên PDK’ê yên ku li Zînî Wertê bi cihbûne kirin.

Li ser navê şêniyên herêmê Kosret Xidir daxuyanî xwend ku tê de hatiye gotin: “Li ser daxwaza xweber û nerazîbûna gelê herêmê, piştî civîna berfireh a li mizgefta Darben ya 19’ê mehê hate lidarxistin û nêrînên gel hatin girtin, hemû pêkhateyê civînê gihiştin qenaetekî ku hebûna hemû hêzên biyanî ya li Zînî Wertê ne rast e û bûye sedema metirsî li ser herêmê û îhtîmala qewimîna şerekî navxweyî.”

Di daxuyaniyê de gelê herêmê çend daxwazên xwe pêşkêşî hêzên çekdar ên girêdayî PDK’ê kirin ku ji du xalan pêk tê. Ev du xal wiha ne:

* Pêwîste hemû hêzên çekdar ji Zînî Wertê vekêşin û di demekî kurt de rewşa herêmê wek ya beriya hatina nexweşiya koronayê lê bê û hêzên çekdar jî ji rewşa amadebaşiyê derbikeve.

* Eger xala yekemîn pêk neyê, şêniyên herêmê xwedî yek helwestê ne ku zextekî civakî ya zêde ji şêniyên li her du geliyên herêmê li ser Zînî Wertê çêbikin û bi vê zexta civakî û ewlekariyê hêzên çekdar neçar bikin ku paş ve vekêşin.

Gelê herêmê wê helwestê li ser bingehê aştiya civakî û parastina herêmê ji metirsiya lihevkirinên leşkerî û komployên îstîxbaratî yên biyanî dizanin.

Her wiha Kosret Xidir tekez kir ku ew ê daxuyaniyê pêşkêşî hemû aliyên siyasî yên bi nakok in, Serokatiya Hikumeta Herêm, Encûmena Wezîran, raya giştî û ragihandinan bikin.