NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Meclîsê Mustafa Şentop bersiv da banga “Divê Mustafa Şentop, Leyla Guven ziyaret bike” û got: “Birêz Guven ne derbarê rewşa xwe an jî şertên girtîgehê di greva birçîbûnê de ye. Ez dixwazim vê îfade bikim ku ez ê vê ziyaretê rast nebînim.” Serokê TBBM’ê Mustafa Şentop ê ku beşdarî bernameya televîzyonekê bû cara ewil têkildarî grevên birçîbûnê yên li derve û girtîgehê dewam dikin axivî. Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir di roja 172’yemîn de didome. Hikumet li dijî daxwaza “Bila tecrîd rabe” bêdeng maye. Mustafa Şentop ê ku bêdengiya xwe ya li hember çalakiya greva birçîbûnê xera kir wiha got: “Ev demek dirêj e, em hemû wê bi hev re dişopînin. Leyla Guven di 24’ê Hezîranê de bû parlamenter. Wê demê di girtîgehê de bû. Di girtîgehê de bû derheqê wê de biryara darizandina bêgirtin dan. Li wir dest bi greva birçîbûnê kiribû.” Şentop bersiv da banga “Divê Mustafa Şentop, Leyla Guven ziyaret bike” ya ku di hevpeyvîna rojnameger Îrfan Aktan li gel parlamenterên HDP’ê yên di greva birçîbûnê de kiribû û wiha got: “Birêz Guven ne derbarê rewşa xwe an jî şertên girtîgehê di greva birçîbûnê de ye. Ez dixwazim vê îfade bikim ku ez ê vê ziyaretê rast nebînim.”   Parve bike: