Polîsên Tirk li ber Edliyeya Rihayê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku nobeta ‘Dad’ê digirtin, destgîr kirin.
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku li ber Edliyaya Rihayê bi daxwaza ‘Dad’ê çalakiya rûniştinê digirtin, piştî ku hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk serdana wan kirin, ji hêla polîsan ve hatin destgîrkirin.
Di roja 17’an a çalakiyê de polîsan dest li ser dowîzên malbata Şenyaşar a bi naveroka dadê danîbûn û dora wan pêçabûn. Piştî serlêdana KCD’ê û DBP’ê dayik û kurê wê ji hêla polîsan ve hatin destgîrkirin.
Polîsan dest li ser sicade û dowîzên Şenyaşar danîn.
Şenyaşar birin Midûrtiya Şûbeya Ewlehiyê ya Emniyeta Bajêr a Rihayê.