Şehên Burhan Ehmed a ku herdu lingên wê kar nakin, li Banka Xwînê ya Nexweşxaneya Berkevtên Çekên Kîmyayî karmende. Rojane weke karmendên din bi serkeftî karê xwe dike. Rêveberên nexweşxaneyê jî eşkere kirin ku gelek bi serkeftî karê xwe dike û ji ber karên wê spasiya wê dikin.
Şehên Burhan di sala 2000’an de di bûyerekê de herdu lingên wê bi giranî birîndar bun. Lewma ji wê demê ve êdî nikare li ser lingên xwe bimeşe. Par li Nexweşxaneya Zarokan dest bi kar kir û niha jî li Banka Xwînê ya Nexweşxaneya Berkevtên Çekên Kîmyayî karmend e.
Şehên Burhan di sala 2013’an de Peymangeha Teknîkî ya Helebce qedand. Niha bi alîkariya endamên malbata xwe diçe li ser kar.

Şehên Burhan têkildarî karkirina xwe ji Rojnews’ê re wiha got; “Ji saet 08.30’an ê sibehê de karkirin destpê dike û heta saet 08.30’ê sibeha din, lê ji ber rewşa taybet a min, ez heta saet 23.00’ê şev kar dikim. Rewşa min ta astekê ji bo min pirskênan çêdike. Di pêvajoya xwendinê heta gihîşte îro astengî hebûn. Lê ez gihîştim hêviyên xwe. Ji bo ez bigihîm vê astê ez bi israr bûm. Îro weke karmendekî beşê ceribandinê ya veguhestina banka xwînê kar dikim.”
Şehên Burhan daxwaz ji dayik û bavên ku zarokên wan seqet kir bidin xwendin û wiha domand; “Ez daxwazê ji wan dikim ku netirsin. Di nava civakê de ji bo wan ji tê gotin jê netirsin. Zarokên xwe ji mal derbixin û bidin xwendin. Ji bo ku di pêşerojê de xizmetê ji bo xak, nîştiman û civakê bikin. Li her nexweşxaneya ku min lê kar kiriye, dema ku nexweşan ez dîtime matmayî mane. Ez jî ditirsiyam ku nexweş baweriyê bi hêza min nekir. Lê, dema ku karê min dîtin, kêfxweş bûn. Ez jî bi aweyekî baş xizmeta wan dikim.”
Şehên Burhan bal kişand li ser ferqa di navbera wê û karmendên din de û wiha got; “Ferq tenê ewe ku di warê fizîkî de ji ber rewşa xwe nikarim weke hin tişt bikim. Lê diwarê zanista bijîşkî de ti pirsgirêk nîne. Heta astek zorbaş bi asayî bi karmendên din re kar dikim.”

Hevrêya kar a Şehên Burhan, Sumeya Kemal têkildarî hevpîşeya xwe de wiha got; “Şehên karmendek gelek serkeftiye. Keseke ku timî hêviyê dide karmendên din. Rojane karên xwe gelek bi serkeftî pêk bîne. Welatî jî ji karên wê gelek razî ne û ti kesê li hemberî karên wê bertek nîşan nedaye.”

Cîgirê Rêveberê Tendirustiya Helebce Sinur Hemîd têkildarî Şehên wiha axivî; “Weke Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Helebce me çend caran çavdêriya karên Şehên kiriye. Gelek bi serkeftî û bêyî pirsgirêk dikare karê xwe bike. Lewma bi taybet me spasiya wê kir. Tevî karmendekî seqete jî karê xwe di dema xwe de dike. Em rêzê ji keda wê re digirin. Tişta pêwîst kiriye û ji bo ti pirsgirêk derneketine.”