Di encama êrîşên çeteyên “Ensar El-Tewhîd” li gundewarên bakurê Hemayê herî kêm 20 leşkerên rêjîma Sûriyê hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya mafê mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên Ensar El-Tewhîd roja yekşemê di saetên berbanga sibê de êrîşî navendên hêzên rêjîma Sûriyê yên li derdora Mesasne ya dikeve nava herêmên bê çek a gundewarên bakurê Hamyê de, kirin.

Navendê diyar kir ku di navbera her du aliyan de şerên dijwar rû dan û kesên êrîşkar reviyan. Di encama êrîşê de herî kêm 20 leşkerên rêjîma Sûriyê her wiha 5 çeteyên Ensar El-Tewhîd hatin kuştin. Li gorî navenda çavdêriyê dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe ji ber birîndarên ku rewşa wan girane hene.

Telefizyona RT ya Rûsyayê jî li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî ji hêzên rêjîma Sûriyê ragihand ku 18 leşkerên Rêjîmê û 32 çeteyên Cebehe El-Nusra hatin kuştin.

Ajansa Sana ya Rêjîma Sûriyê jî wiha ragihand: “Yekîneyên ji artêşê li bejahiya bakurê Hemayê çeteyên girêdayî komên terorîst kuştin”.

Her wiha ajansê wiha domand: “Yekîneyên ji artêşê bi topavêjê derbeyên giran li cihên terorîstên Cebhet El-Nusra yên li gundê El-Hiwîz bakurê Sehil El-Xab gundewarê Hemayê xist, ew yek jî bersiva çeteyên ku êrîşî nuqteyên leşkerî û gundên ewle li bejahiya bakur kirin, bû”.

Piştî hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê ku tê de nakokî der barê Idlibê de derketin, li herêmên qaşo “bê çek” şerekî giran rû dide.

(bx)