Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir li gorî saeta Moskovayê saet di 10.00’an de ji bo ku sivîlji bajarên Marîûpol û Volnovahayê derkevin, ew ê agirbesteke demdemî ragihînin.
Alîkarê Şaredarê Marîûpol Serhîy Orlov jî ji BBC’ê re axivî û got “Bomberdûmana Rûsyayê didome. Ev karê dînan e. Li Marîûpolê agirbest tune, hemwelatî ji bo revê amade ne lê ji ber êrişan nikarin biçin.”
Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleskî Reznîkov jî diyar kir herî kêm 66 hezar mêr ji bo şer vegeriyane Ukraynayê.
Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov jî got “Rûsya ji bo ku ji aliyê DYE û YE were îzolekirin, gelekî mezin e.”
Endamê Parlementoya Ukraynayê Lûbînets jî diyar kir bomberdûmana Rûsyayê bandor li ji sedî 90’ê bajarê Volnovakhayê kiryeû got “Li kolanan cenaze hene.”
BBC, CNN û Blooombergê diyar kir wan xebatên xwe yên li Rûsyayê dane sekinandin. The Washîngton Postê jî diyar kir ji ber ewlekariyê wê nûçegihanên wan ên li Ewropayê di nûçeyan navê xwe nenivîsin.