Li Stepanakertê saetekê carekê alarm hate dayin. Şêniyên paytextê diyar kirin ku ji dawiya hefteyê heta niha herî zêde îşev bomberdûman hate kirin.
Ji dawiya hefteyê û heta niha her roj Stepanakert tê bomberdûmankirin. Di vê bomberdûmanê de li sivîl û kesên sivîl jî tê xistin. Tê diyarkirin ji ber bomberdûmanê xisareke mezin çêbûye.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji sala 2010’an û vir ve bombeyên mîsketê tên bikaranîn ku bikaranîna van bombeyan ji gorî peymaneke navneteweyî qedexe ye.
Bi piştgiriya Tirkiyeyê Azerbaycanê ji 27’ê Îlonê ve li dijî Qerebaxa Jor operasyonek dabû destpêkirin. Ji wê rojê û vir ve şer zêde dibe. Dewleta Tirk a ku endamê NATO’yê ye piştî Rojava, Başûrê Kurdistanê, Lîbya û Behra Spî êrîşên xwe yên dagirkeriyê bir Qerebaxa Jor û vê carê Ermen kirine hedefa xwe. Di salên 1915-1916’an de milyon û nîvek Ermen ji aliyê avakarên Tirkiyeyê ve hatibûn qetilkirin.