Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) û şandeyek ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, îro li Hewlêrê, bi armanca piştgiriyê serdana çalakgerên gireva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê kirin.
Endama Nûnertiya HDP’ê û çalakger Mizgîn Arî di serdanê de xîtabê gel kir û got, “Weke hevala Leyla Guven jî gotiye, tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser mirovahiyê ye. Divê her Kurdek li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. Tecrîda li ser Rêber Apo ancax bi nerazîbûneke radîkal a gelan were rakirin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ku 21’ê Mijdarê ve ji aliyê Nûnertiya HDP’ê ve hatiye destpêkirin, îro bi dewrgirtina koma duyem dewam dike. Çalakî bêdem û bi dorvegere. Lê Endamê Meclîsa HDP ya Hewlêrê Nasir Yagiz ragihand ku ewê bêdem û bêdorveger çalakiya xwe bidomîne heya tecrîd li ser Ocalan rabe.