Erol Aydemîr ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 39 roj in li Îtalyayê di greva birçîbûnê de ye. Serdanên Kurdan û Îtalyayiyan ên ji bo Aydemîr didomin.

Erol Aydemîr berî 39 rojan li girava Sardenya ya Îtalyayê tevlî pêngava berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bû û çalakiya xwe niha li Romayê didomîne.

Papazekî ji Kolombiyayê, endamên rêxistineke civakî ya sivîl a Îtalyayê û komek ji Kurdistaniyan doh serdana çalakgerê greva birçîbûnê Erol Aydemîr kirin.

Jineke Îtalyayî ya dostê Kurdan a bi navê Eugenia Macca jî, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, dest bi çalakiyeke piştevaniyê ya 2 rojan kir.