Ev sê rojin şerekî dijwar li Îsraîlê tê kirin. Bi dehhezaran leşkerên Îsraîlî ji bo kontrolê ji destê Hemasê derbixin, xwe li nêzî Şerîda Xezayê bi cih dikin.
Roja Şemiyê Hemasê bi hezaran roket avêtin Îsraîlê û bi sedan çekdarên wê ketin nava Îsraîlê. Şer her ku diçe dijwar, rewş giran dibe.
Ji Îsraîlê 700 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di bîlançoya nû de ku Wezareta Tenduristiyê roja Duşemê ragihand, diyar kir ku 2 hezar û 382 du birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Hikûmeta Îsraîlê her wiha da xuyakirin ku zêdeyê 100 Îsraîlî di destê Hemasê de ne.
Rayedarên Filistînî jî da zanîn ku li Şerîda Xezayê, jin û zarok jî di nav de 413 Filistînî hatine kuştin. 2 hezar û 300 kes jî birîndar in.
Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku piştî ketine nava Îsraîlê, zêdeyê 400 çekdarên Hemasê kuştine.
Sibeha Şemiya borî çekdarên Hemasê bi taybet jî êrîşî mîhrîcana muzîkê elektronîk li Îsraîlê kir. Li cihê mîhrîcanê herî kêm cenazeyên 260 kesan hatin dîtin.
Artêşa Îsraîlê roja Yekşemê bi şev ji hewayê ve û bi topan li zêdeyê 500 cihên ku tê gotin ên Hemasê û rêxistinên selefîst ku pê re tev digerin xist.
Ji roja ku ava bûye li ser erda Îsraîlê heta niha, tu şerekî wiha kujer çênebûye.
Roja siyan a şer de bi dehhezaran leşkerên Îsraîlî xwe li nêzî Şerîda Xezayê bi cih dikin da ku têkevîn herêmê û ji destê Hamasê derxînin.
Lê ne tenê Hemas, guman heye ku Îsraîl tevahî Fîlîstîniyên li herême bîde koçberkirin û dest deyne ser Şerîda Xezayê.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku roja Yekşemê bi lez û bez li hev civiya derheqê gurbûna aloziyê de ti biryar neda.