Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên 24 saetên dawî ya qonxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Rojhilatê Çemê Firatê dabû destpêkirin eşkere kir.

Di daxuyaniya hatî ragihandin de ev agahî hatin dayîn:

1-Eniya Baxoz: Şervanên me êrîşa terorîstên DAIŞ‘ê şikandin û 3 terorîst kuştin, cenazeyên kuştiyan ketin destê şervanên me. Hêzên Koalîsyona Navdewletî bi balafir û fûzan bargehên terorîstan kirin hedef.

Di encama êrîşa çeteyan de 3 şervanên me birîndar bûn.

Şerê li vê eniyê heya amadekirina vê raporê berdewam e, terorîstan çekên giran û topên SPG 9 bi kar tîni, di şerê li vê eniyê de şervanekî me gihişt asta şehadetê û yek din jî birîndar bû.

2-Eniya Hecîn: Hêzên me li vir avakirina nuqteyan û bendên axê didomînin. Mayîneke ku terorîstan li vê herêmê bi cih kiribûn teqiya, di encamê de 2 şervanên me birîndar bûn.

3-Eniya Behra: Terorîstan hewl dan bi erebeyên bombebarkirî hewl dan êrîşî şervanên me bikin, , di encamê de şer rû da. Şervanên me bersiva êrîşan dan û êrîş şikandin û terorîsta reviyan. Di êrîşê de şervanekî me şehîd bû û yek birîndar bû.

Encamên şer:

-15 terorîst hatin kuştin.

– Balafirên Koalîsyona Navdewletî li 11 cihan dan.

-5 bargehên terorîstan hatin xûrandin.

-cîhazekî GPS kest destê şervana.

-2 şervanên me şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.”