Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê ‘Şerê Tunekirina Terorê’ aşkere kir. QSD’ê got, 24 seatên dawî de 23 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ev agahî hatin parvekirin:

“Baxoz: Di encama şerê di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ`ê de, şervanên me 500 mitre pêşde çûn. Hejmarek ji terorîstan hatin kuştin. Şervanên me 6 nuqte ava kirin û miqdarek çek û cebilxane desteser kirin.
Di saetên şevê de, şervanên me êrîş birin ser bargehên terorîstan kirin. Di encam de hejmarek terorîst hatin kuştin, miqarek çek û cebilxane kete destê şervanan. Her wiha hejmareke mayînên ku ji aliyê terorîstan ve hatibûn bicihkirin, hatin bêbandorkirin. Balafirên Koalîsyona Navnetewî gelek bargehên terorîstan kirin hedef.
Li wê eniyê car caran şer derdikeve û topbaran tê kirin.

Hecînê: Li wê derê di navbera şervanên me û terorîstan de şer derket. Şer çend saetan dewam kir. Terorîstan di wî şerî de hemû cûreyên çekên giran bikar anîn. Lê di encama wê de tu zerar di aliyê şervanên me de çênebûn û hejmara kuştiyên terorîstan û miqdarê zerarê nehat diyarkirin.
Li wê derê dem dem di navbera şervanên me û terorîstan de şer û topbaran çêdibe.

Bîlançoya şer:
-23 terorîst hatin kuştin.
-Balafirên Koalîsyona Nanetewî 5 caran bargehên terorîstan kir hedef.
-Du bargehên terorîstan hatin rûxandin.
-Şervanan çekek M16, 6 heşwatê çeka S.P.G9, 10 pakêtên guleyên doçka (23), du pakêtên çeka doçka (12,5), miqdarek ji guleyan û 11 guleyên RPG.”