Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmîtro Kûbela li Tirkiyeyê li hev rûniştin.
Kûbela piştî hevdîtinê daxuyanî û got, “Em li ser agirbestê axivîn, lê belê di vê mijarê de gavek nehate avêtin.”
Kûbela anî ziman ku hewldan wê dewam bikin û got, “Ûkrayna wê teslîm nebe (…) Em li dîplomasiyê vekirî ne, lê belê eger nebe em ê welatê xwe û gelê xwe biparêzin.”
Kûbela wiha dewam kir, “Me dixwest agirbestek ji bo 24 saetan bi dest bixin. Lavrov got, Moskowa dixwaze qala korîdorên mirovî bike.”
Wezîrê Ûkraynayî her wiha got, “Beriya her tiştî ez ji ber sedemên mirovî, ji bo veguhastina sivîlan hatim vê derê. Lê belê Lavrov nexwest di vê mijarê de sozê bide.”
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê jî diyar kir ku veguhastina çekan ji aliyê dewletên Rojavayî ve ‘metirsîdar’ e û got, “Yên ku Ûkraynayê bi çekan dadigirin divê zanibin ku ji çalakiyên xwe berpirsyar e.”
Lavrov ragihand ku ew dixwazin danûstandinên bi Ûkraynayê re di çarçoveya li Belarûsê de dewam bikin û got, “Hevdîtina îro piştrast kir ku alternatîfeke cuda ya formata Rûs-Ûkraynayê ya li Belarûsê nîne.”