Parêzerê Hatîce Yildiz, Xebat Demircan, diyar kir ku muwekîla wî nexweşek giran û got; Muwekîla min bi nexweşiyên tansiyona bilind, çav, fitiqa piştê û gelek nexweşiyên din ketiye, rewşa wê jî ne baş e.
Ji xwe, dema polîs ketin mala wê, ji ser hişê xwe çû û bi sedyeyê ji hundir derxistibûn. Dadgehê jî dît ku ew nexweş e dîsa jî ew girt û şande girtîgehê.
Parêzer Xebat Demircan diyar kir ku girtina Hatice Yirldiz ne qanunî ye, siyasî ye û got: Me ji bo muwekîla xwe ya nexweş, ji bo berdana bi kontrol û taloqkirina înfazê serî li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dabû.
Di heman demê de li ser navê Hatîce Yildiz li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) jî serlêdana şexsî hatibû kirin.
Parêzer Xebat Demîrcan got; Serlêdana ji bo berdana bi kontrol, ji aliyê îdareya girtîgehê ve, bi behaneya ‘şertên pêwist ava nebûye’ hatiye redkirin. Lê biryar teblîxî me nekirin. Xuya ye ku Saziya Tipa Edlî raporek bi vî rengî daye. Em ê derbarê biryarê de îtîraza xwe li dadgeriya înfaza Bakirkoyê bikin.”
Prz. Xebat Demîrcan herî dawî got; Ev biryar ne hiquqî, ne ahlakî û ne vijdanî ye. Hewl didin pêşiya piştgiriya bi girtiyan re bigirin. Tecrîdek giran li girtîgehan heye û girtiyan mahkumî mirinê dikin. Em ê têkoşîna xwe ya hiquqî bidomînin.