Serlêdana hevdîtinê ya malbat û parêzerên Ocalan a li dozgeriyê nehate qebûlkirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Ocalan, Mehmet Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç ji bo ku biçine Imraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Her wiha malbata girtiyên din ên li Imraliyê yên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana hevdîtinê kirin.

Dozgeriyê bi bayê bezê serlêdan red kir û ”sînordarinên têkilî cezaxwariyan” kire hincet.

Her wiha parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol, Nevroz Uysal, Rezan Sarica û Ibrahîm Bîlmez jî duh cara 808’an serlêdana hevdîtinê li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn û dîsa hate redkirin.