Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana têkilî êrîşa fizîkî û gefa kuştinê ya beriya bi deh salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl kir. Pêrşemê wê were dîtin.
Serlêdana têkilî êrîş û gefa kuştinê ya li ser Ocalan 2010’an parêzerên Ocalan kirin. Ji ber ku di hiqûqa navxwe de ti encam nehatibû standin serî li DMME’yê dabûn.
Serlêdana ku DMME 27’ê Îlonê Pêrşemê wê deyne ber xwe, xwe dispêrê bi zorê jêkirina pora Ocalan û gefa kuştinê ya ku 2008’an pêk hatibû.
ÊRÎŞA FIZÎKÎ Û GEFA KUŞTINÊ
Temûza 2008’an piştî ku bi zorê pora Ocalan hate jêkirin, heman saê Cotmehê bi hineta ku li hucreyê bigerin qerdiyanên ku ketin odeya Ocalan êrîşa fizîkî biribûn ser û gefa kuştinê lê xwaribûn.
Wê demê li dijî vê êrîşê li Kurdistanê û hemû cihanê gelek çalakiyên protestoyî hatibû kirin. Wezîrê wê demê yê Dadê yê Tirk Alî Şahîn di daxuyaniya xwe de ya 19’ê Cotmehê êrîşa dijî mirovahiyê ya li ser Ocalan red kiribû.
HIQÛQA NEYÎ
Piştî ku serlêdana parêzeran a li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, ya Serdozgeriya Komarê ya Mudanyayê û ya li Dadgeha Cezayê Giran a Yalovayê bê encam ma, doz çû DMME’yê.
Di serlêdanê de ya 2’yê Adara 2010’an hate gotin xala 2’yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ya têkilî mafê jiyanê, qedexeya êşkenceyê, xala 3’yan a têkilî mafê darizandina dadî, xala 6’an, xala 13’an a ku mafê serlêdana hîkar vedihewîne û xala 14’an a qedexeya cihêkariyê, hatine binpêikirin.
TECRÎDA TEQEZ
Doza li DMME’yê rastî li demeke wiha hat ku tecrîda li ser Ocalan pir hatiye girankirin. Ev ji 2 salan zêdetir e têkilî Ocalan ti agahî nîn in. Parêzer ji 2011’an ve nikarin biçin Imraliyê. Hemû serlêdan bi rengekî kêfî têne redkirin. Daxwazên hevdîtinê yên malbatê jî bi heman hincetan têne redkirin.
CEZAYÊ DISÎPLÎNÊ
Di serlêdana dawî ya Îlonê ya malbatê de cezayê disîplînê ya li Ocalan kirin hinceta bersiva redkirinê. Dozgeriyê ragihand ji ber cezayê disîplînê ya Lijneya Disîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfazê ya Cezayê, ya bi Ewlehiya Biilind a Tîpa F ya Imraliyê wê destûr hevdîtinê nedin. Li ser cezayê ti agahî ne dane malbata Ocalan û ne jî parêzeran.
RAPORA CPT’YÊ YA DERENGMAYÎ YA KU BÛBÛ SEDEMA HELWESTAN
Fikarên li ser rewşa Ocalan zêde dibin, tê meraqkirin bê ka DMME piştî 10 salan serlêdana têkilî Ocalan wê çawa binirxîne.
Beriya vê dadgehê CPT ya bi ser Konseya Ewropayê ve têkilî Imraliyê raporek weşandibû. Piştî daxwaz û çalakiyên yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan rapor hate weşandin, raporê fikar kêm nekirin lê bû sedem ku fikar zêdetir bibin. Jiber ku rapora CPT’yê xwe dispart serdana Nîsana 2016’an. Raporê bi ti awayî bal nedikişand ser rewşa berdest a Ocalan.
Di raporê de rewşa beriya du salan dihate tespîtkirin, fikarên têkilî, têkiliyên Ocalan û girtiyên dî yên bi der ve re hatibû ser ziman, hatibû gotin ev rewş her ku diçe girantir dibe. CPT’yê bang li rayedarên Tirk kiribû girtî dema ku xwestin divê bikaribin malbat û parêzerên xwe bibînin. Li gel vê jî, li gel pêşniyarên di raporê de dewleta Tirk yek ji van bi cih neanî. Tecrîd û bêdengî didome, fikar û bertek zêde dibin.