Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo biçin hevdîtina mûwekîlên xwe cara 801’emîn hat redkirin.
 Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nevroz Uysal, Serbay Koklu û Sînan Zîncîr ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 801’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serlêdana parêzeran hat redkirin.   
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘OHAL’ serlêdanên parêzeran red dike.