Serok Eşîrê Şemmer (Ereb) Mihemed Gedûm û Serok Eşîrê Simoqyan (Êzidî) Seyîd Milhim têkildarî hewldanên vegera rêveberiya berê ji bo Şengalê ku ser bi PDK’êne û daxwazên pêkhateyên Şengalê yên ji bo bixwe hilbijartina rêveberiya xwe ji ajansa me re axivîn.

Serok Eşîrê Şemmer yê Şengalê Mihemed Gedûm destnîşan kir ku îdareya berê ya Şengalê ti xizmetek ji bo gelê Şengalê nekiriye û tenê di xizmeta partiyeke siyasî de xebitiye. Gedûm di dewama axaftina xwede wiha got,“Em rêveberiyeke xizmeta gel bike, ne xizmeta partiyên siyasî bike, dixwazin. Gelê Şengalê rêveberiya berê naxwaze. Daxwaza me ya sereke gel bixwe îdareya xwe hilbijêre û ev jî mafê waye. Kesên ku ji bo me kar nekin, divê neyên qebûl kirin. Ji ber gelê me her timî zilm dîtiye û 73 ferman dîtine. Ji ber vê em dibêjin mafê gelê meye ku bixwe rêveberiya xwe hilbijêre.

Divê hemû pêkhateyên Şengalê yekîtiya xwe pêk bînin û nehêlin kesek ji derve bê Şengalê rêve bibe. Eger em yekîtiya xwe pêkbînin, emê pêşî li ew kesên berjewendperest jî bigirin.”

Her wiha serok Eşîrê Simoqya yê Şengalê Seyîd Milhim jî daxuyakirin ku ew rê nadin ti kesekî pişta xwe daye gel bê xwe li ser gel ferz bike û li Şengalê ji bo hinek partiyên siyasî bixebitin.

Milhim di dewama axaftina xwede got, “Em weke serok eşîrên Şengalê bang li hemû pêkhateyên Şengalê dikin ku yekîtiya xwe xurt bikin û rê nedin rêveberiya berê ya Şengalê vegere û bi taybet jî divê em destûrê nedin qeymeqamê berê (Mehma Xelîl) vegerin Şengalê.”

Seyîd Milhim di dawiya axaftina xwe de got, “Rêveberiyeke ji aliyê gel ve neyê xwestin, divê bixwe bêje em venagerin.”

ROJNEWS