Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Ferît Şenyaşar li ber avahiya edliye û serdozgeriya komarê ya Rihayê 846 rojan nobeta edeletê girtibûn, piştre, Nobeta Edeletê veguhestin pêşiya Wezareta Dadê ya li Enqereyê.
Nobet, di roja 106’an de didome. Emîne ku rojên borî li meclîsê axivî da zanîn ku wê 24’ê Gulanê wê li ber wezaretê daxuyaniyekê bidin û bi gotina ‘ez ji her kesî re edeletê dixwazim, ji bo edaletê li benda we hemûya me’ banga beşdariyê li her kesîk ir.
Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî û parêzer Ayşe Ozdemîr der barê têkoşîna edeletê ya Emîne Şenyaşar û daxuyaniya wê 24’ê Gulanê de bê dayîn gotin:
“Em ligel têkoşîna malbata Şenyaşarin. Divê her kes bibe hevkarê vê têkoşînê.”
Gulseren girîngiya lêgerîna tokoşênê ya dayika Emîne Şenyaşar destîşan kir û têkoşîna dayikên şemiyê, malbatên Qezaya trenê ya Çorluyê bibîr xist û got:
“Lêgerîna edeletê ya malbatan heye. Em ligel hemû malbatên têkoşîna edeletê didin e. Dema sûcekî xwe digihîne dewletê an jî têkiliya dewletê pê hebe bêcezahiştin heye. Edelet pêk nayê. Emîne Şenyaşar wê di 24’ê Gulanê de li ber wezaretê daxuyaniyê bide. Em dixwazin hemû parêzvanên maf piştgiriyê bidinê.”