Seroka Komeleya France-Kurdistan, Sylvîe Jan, ji bo meşa 12’ê Çile, ya li Parîsê li dijî komkujiya bêbext, banga tevlîbûnê kir.
Sylvie Jan got: Berî 6 salan 3 hevalên me yên Kurd Sakîne, Rojbîn û Leyla, bi bêbextî û barbariyek namerdî hatin şehîd kirin. Dewleta Fransa jî, heta îro komkujiya namerdî ronî nekiriye û kujer û kesên li pey wan dadgeh nekirine.
Jan diyar kir ku, wek hersal em ê îsal jî, di roja komkujiya namerdî de, “ji bo edaletê” meşê bikin û wiha got: Komkujî, bi fermana Serokkomarê Tirk û bi planê Îstîxbarata Tirk hate kirin. Em ji edaleta Fransayê dixwazin ku kiryaran eşkere bike û ceza bike. Li dewletek hiqûq, dewlet nikare kokujiyekê qebûl bike. Eşkere kirina komkujiyê me hemûyan eleqedar dike.
Seroka Komeleya France-Kurdistan Sylvîe Jan, herî dawî bang li her kesî kir ku di 12’ê Çile de, roja Şemiyê, li Parîsê, li Gare du Nord kom bibin daxwaza edaletê bikin.”