Seroka rêxistina Ciwanên Gewez a Partiya Geqez a Norweçê Liv Müller Smith-Sivertsen roja 15’ê cotmehê li Enwerê beşdarî kongreya HEDEP’ê bû têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa Mezopotamya re axivî.

Smith-Sivertsen diyar kir ku tecrîd binpêkirineke mafên mirovan e û wiha got:

“Ji bo rizgariya gelê kurd, pêdiviya me bi azadiya Ocalan heye. Aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn jî bi vê yekê pêkan e. Heta ku Ocalan di tecrîdê de be, dê pirsgirêkên kurdan û Filistînê çareser nebin.”

Bi domdarî Smith-Sivertsen destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan têdikoşe û got:

“Welatên ewropî Ocalan terorîze kirin û li dijî Ocalan cotstandardî kirin. Terorîzekirina Ocalan, ji bo welatên rojavayî ku dewletên mêtinger in û ji bo yên li Ewropayê rêya herî hêsan e. Binavkirina Ocalan a wekî ‘terorîst’, cotstandartî ye. Ji bo Ocalan pênaseya ‘terorîst’ bi kar tînin lê Îsraîl an jî DYA weke terorîst nayên pênasekirin. Vaye ev rewş, cotstandartiya li dijî Ocalan e. Ocalan, ji bo rizgariya gelê xwe têdikoşe û sûcdar nîne. Beriya her tiştî divê mafê peywendîdanînê bê naskirin. Lê belê divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê û bikare biçe cem malbat û gelê xwe.”