Li himberî xemsariya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT) a li dijî tecrîda li Îmraliyê nerazîbûn hene.
Serokê berê yê CPT Mauro Palma bi nameyekê nerazîbûn nîşanî vê tecrîda derqanûnî da.
Mauro Palma, têkildarî şert û mercên tecrîdê yên li ser Rêber Apo tên ferzkirin nameyek ji CPT re nivîsand.
Palma, di nameya xwe de diyar kir ku Rêber Apo li Girava Îmraliyê di nava tecrîda mutleq de tê ragirtin.
Palma, da zanîn ku standartên saziyên venêrînê yên Ewrûpayê çawa ji bo herkesî derbasdare divê ji bo Rêber Apo jî derbasdar be.
Serokê berê yê CPT dibêje di cezayê girtîgehê yê muebbetê de ger mafê hêviyê tine be, ew ne bawer e ku ceza li rûmeta mirovahiyê be û got:
“ev nêrîna min li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ye.
CPT wê pîvanê dipejirîne ku her ceza divê xwedî heviyekê be”
Mauro Palma di pemaya xwe de bang li saziyên Ewropayê kir ku tecrîda li Îmraliyê bixin rojeva xwe û derbarê mijarê de kontrola bikin.
Mauro Palma di navbera salên 2007-2011’ê de serokatiya CPT’yê kir.
Her wiha di venêrînên saziyê yên li Girava Îmraliyê de di nava şandeyê de cih girtibû.
Palma niha Serokatiya Navenda Girtîgehên Ewropayê ya Zanîngeha Tre ya Romayê dike.
Mauro Palma di heman demê de Endamê Desteya Rêveberiya Enstîtuya Lêkolînên Felsefeyê ya Îtalyayê ye.