Li gorî televziyona dewletê ya Îranê, Serokê Parlementoyê Alî Larîcanî ji ber hinek nişanên li ser laşê wî hatî dîtin, testa xwe çêkir.

Encama testa wî ya Covîd-19 pozîtîf derket. Li ser malperên înternetê yên televziyona dewletê hat gotin; “Niha di bin karantînayê de ye û tê tedawîkirin.”

Li Îranê li gorî rêjeya fermî 50 hezar û 468 nexweşên koronavîrûsê hatine teşhîskirin, ji vana 3 hezar û 160 kes mirine. Lê belê tê gumankirin ku hejmara rast pir zêdetire. Li gorî jêderên muxalifan li 237 bajaran 15 hezar û 500 kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dane.