Serokê parlementoya Misrê Dr.Elî Ebdul Al di rûniştina roja Duşemê ya parlemantoya Misrê de, derbarê paymana leşkerî-deryayî ya Tirkiye-Lîbyayê tekez kir ku Misir destûr nade biryarên ku ji bo berjewendiyên wê gef be û ev payman wek kiryarek dînatiyê destnîşan kir. Her wiha da zanîn ku Misir ti destwerdanên dewletên biyanî li ser sînorê xwe qebûl nake û nîşan da ku parlemantoya Misrê piştevaniya artêş û parlemantoya Lîbiyayê dike.

Her wiha Ebdul Al di axavtina xwe de hişyar kir ku gel û hikûmeta Misir wê li hemberî yên ku hewl didin nêzî sînorê Misrê (yên deryayî, bejayî û hewayî ) bibin bisekinin û berdewam kir nîşan da ku parlemantoya Misrê ji bo têkoşîna li dijî wê peymanê wê piştevaniya artêş û parlemantoya Lîbiyayê dike.

Her wiha şêwirmend Eqîle Salih bi armanca ku fermiyeta hikûmeta El-Wîfaq betal bikin vê bi serokê parlementoya Lîbiyayê û serokê encûmana Erebî re bicive. Ji ber ku paymana Erdogan- El-Sirac ya dawî binpêkirina serweriya Lîbiyayê ye. Misir, Yewnan, Îmarat, Fransa û DYE jî dijberî wê ne, ji bo wê jî Yewnanistanê di hefteya borî de balyozê Lîbiyayê dersînor kir.