Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven, li ser îtirazan daxuyanî da û diyar kir, dema îtirazê îro saet 15:00 bi dawî dibe.
Serokê YSK’ê Sadî Guven li ber avahiya YSK’ê daxuyanî da rojnamevanan.
Guven diyar kir, hilbijartin bi dawî bûye û encamên demkî bi partiyên siyasî re hatine parvekirin. Guven ragihand, ji roja Duşemê ve pêvajoya îtirazê dest pê kiriye.
Guven bi bîr xist, dema îtirazê îro saet 15:00 bi dawî dibe û got, “Desteyên hilbijartinê yên navçeyan wê di nava 2 rojan de biryarê bidin.”
Guven her wiha got, “Li desteyên hilbijartinê yên bajaran jî rojek dema îtirazê heye. Ew ê jî di nava 2 rojan de biryarê li ser îtirazan bidin. Eger bixwazin wê di nava 3 rojên piştî vê pêvajoyê de serî li me bidin. Pêvajo wê bi vî rengî be.”
Serokê YSK’ê li ser mezbateyan jî got, “Li deverên ku îtiraz lê nîne wê mezbate bên dayin.”