Serokwezîr Calûde Joseph diyar kir ku Serokkomar Moîse sibeha 7’ê Tîrmehê ji aliyê “yekîneyeke komando ya biyanî ve li mala xwe hate kuştin.”

Di êrişê de hevsera serokkomar birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Serokwezîr diyar kir ku polîs û artêş wê pergalê bi cih bîne.

Serokwezîr “êrişa barbar û li derveyî mirovahiyê” şermezar kir û anî ziman ku ewlekariya welêt “kontrolkirî” ye.

Jovanel Moîse roja Duşemê Arîel Henry ku doktor e ji bo serokwezîr wezîfedar kiribû. Serokê hikumeta beriya niha sê mehan jî nekarî li ser desthilatdariyê bimîne.

Haîtî ku welatekî Karabîkê ye, li parzemîna Emerîkayê welatê herî xizan e.