Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ji bo mijarên; têkiliyên aborî, pêkanîna sozên aliyên peymana enerjiya nukleerê, ewlekariya deryavaniyê ya li herêmê binirxîne çû Japonyayê. Rûhanî bû yekem Serokkomarê Îranê ku piştî 18 salan çû serdana Japonyayê. Tê gotin ku armanc ji hevdîtinên Rûhanî yên li Japonyayê ewe ku aloziya navbera Îran û DYE’yê kêm bike.
Di demekê de ku DYE ambargo danî ser Îranê têkiliyên bi Japonyayê re girîng in. Tê gotin ku bi vê serdanê re tê xwestin Japonya di navbera Îran û Emerîkayê de navbeynkariyê bike û bi vî rengî aloziya navbera her du welatan kêmtir bike.
Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe bû yekem serokwezîr ku piştî sala 1978’an di Hezîranê de serdana Îranê kir.
Tê gotin ku piştî vê serdana Hasan Rûhanî dibe ku aloziya navbera Emerîka û Îranê kêm bibe û di navbera Emerîka û Îranê de hevdîtinên yekser an jî neyekser dest pê bikin.