Piştî ku alîgirên Tevgera Sadr çûn li ber Konseya Darizandina Bilind kon vedan, Konseyê da zanîn ku xebatên xwe sekinandine. Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih, di der barê mijarê de bi lez û bez peyamek weşand û got: “Berdewambûyîna bûyeran xeterî ye û hewcedariya her kesî bi sekanbûyîna rewşa heyî heye. Bi berdewambûyîna vê rewşê Iraq ber bi rewşeke xeternaktir ve diçe. Em ê tev jê zerarê bibînin. Xwepêşandanên aştiyane heq in, lê girtina rê li ber xebata beşên meqama darizandinê ji bo welêt gef û xeterî ye. Divê em ji bo parastina saziyên darazê bixebitin. Divê em rê li ber serxwebûyîna xebatan negirtin.“
Dr. Berhem Salih, hişyarî kir ku rewşa welêt hesas e û ev tişt gotin: “Ji bo xwe parastina ji vê rewşê me yekîtî divê. Pêkhate divê ji bo bihêzbûyîna Iraqê li ser nirxekê li hev bikin û xwe dûrê şidetê bikin.
Li aliyê din Konseya Darazê ya Bilind a Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber bi rêya torên dîjîtal gef li dadgehan xwarine di der heqê endamên Tevgera Sadr ên bi navê Sebah Saadî û Xeyb Umeyrî biryara destgîrkirinê hatiye dayîn.
Sadr, têkildarê xwepêşandanên alîgirên xwe peyamek weşand
Wezîrê Sadr Selah Mihemed Iraqî got ku her ku çalakiyên protestoyî li dijî nelirêtiyê zêde dibin ji Sadr alîkarî tê xwestin lê du roj biryar hatiye dayîn ku wê bi tu awayî dest tê neyê werdan. Selah Mihemed her wiha da zanîn ku sibehê roj dibe Mûkteda Es-Sadr xebatên komîsyonên xwepêşandanê rawestîne.
Selah Mihemed Iraqî yê wek wezîrê Sadr tê zanîn li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand. Iraqî, di peyama xwe de wiha got: “Her ku li dijî nelirêtiyê çalakiyên protestoyî zêde dibin, daxwaza alîkariyê ji Sadr dikin. Lê du roj berê biryar hat dayîn ku wê bi tu awayî dest tê neyê werdan.
Şoreşa Aşûreyê dewam dike. Mûkteda Es Sadr, dibe ku sibehê roj xebatên komîsyonên xwepêşandanan rawestîne. Ev jî wê li dijî rawestandina xebatên darazê û dadgehan bê kirin.“
Selah bi domdarî wiha got: “Ji bo bidawîkirina şoreşa reforma darazê û dadgehan, rawestandina xebatên xwe şermeke giran e. Ew ji bo şermezarkirina nelirêtiyê xebatên xwe narawestînin.“
Alîgirên Tevgera Sadr, hatin ber avahiya Konseya Darazê ya Bilind û kon vedan. Alîgirên Sadr, li vir, peyama “Konseya Darazê ya Bilind ne bi serê xwe ye. Em ji vir naçin û em ê li dijî nelirêtiyê bin“ dan.
Konseya Darazê ya Bilind a Iraqê jî ji ber xwepêşandanên alîgirên Tevgera Sadr ên li ber avahiyê xebatên xwe dan sekinandin û di mijara greva alîgirên Tevgera Sadr a li ber konseya hikûmeta Iraqê sûcdar kir.