Li gorî çend çavkaniyên siyasî hate eşkerekirin ku serokkomarê Iraqê Berhem Salih Ednan Zurfî waliyê berê yê bajarê Necef ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê li Iraqê destnîşan kir.
Li gorî wê çavkaniya siyasî ku bal kişand li ser demê destnîşankirina Ednan Zurfî serokê dadgeha federalî ya Iraqê amadebû, li gorî destûra Iraqê tenê 30 roj daye Zurfî ji bo pêkanîna kabîneyê ku bibe parlemena Iraqê û deng li ser bê dayin.
Par di 1’ê Cotmehê de li Iraqê alozî destpêkir ku xwepêşandan bi giştî bajarên Iraqê li xwe girt, tevî berdewamkirina xwepêşandana li Iraqê Adil Ebdulmehdî di 30’ê Cotmehê de dest ji kar berda. Nêzîkî 6 mehin li ser dest ji karberdana Adil Ebdulmehdî re derbas bû lê heta niha jî serok hikûmetekî nû destbi kar nekiriye.