Serokkomar Tokayev ji bo bidawîkirina çalakiyên şermezarkirinê yên li welêt fermana kuştinê da.

Tokayev li ser televîzyonê daxuyanî da û got, “Min ferman da ku bêyî hişyarî bê dayin, bên kuştin.” Serokkomar îdîa kir, ku “Terorîst hîn jî xisarê dide malan û li dijî welatiyan çekê bi kar tînin.”

Di vê navberê de yekîneyên Rûs di bin navê “bicihkirina pergalê” de li Kazakistanê hatin bicihkirin. Tevî leşkerên Rûs her wiha tank jî hatin anîn. Artêşa Rûs diyar kir ku ji bo piştgiriya bi hikumeta Kazak hatine.

Li welêt krîza herî giran a bi dehan salan diqewime. Pênc rojên dawî şerekî giran rû dide. Zêdekirina buhayê gaza sotemeniyê kir ku çalakiyên protestoyî dest pê bikin. Li pêşberî vê kaosê, Serokkomar hikumet betal kir û ji hevalbendê xwe Rûsya, alîkarî xwest.

Di çalakiyên şermezarkirinê de herî kêm 26 kes hatin kuştin. Li gorî bîlançoya dawî ya roja Pêncşemê hate parvekirin, hate ragihandin ku bi dehan kes hatine kuştin û zêdeyî hezar kes jî birîndar bûne. Li gorî Wezareta Karên Hundir di şerê navbera hêzên ewlekariyê de 18 kes mirine, 748 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku polîsan li paytext Almatiyê derdorea 2 hezar û 300 kes destgîr kirine.

Tevî ku zêdebûna buhayê gazê bû sedem ku çalakiyên şermezarkirinê dest pê bikin, Serokkomar Tokayev ji bo çalakgeran dibêje, “Ev çeteyên terorîst çeteyên navneteweyî ne, ji derveyî welat perwerdeya kûr wergirtine.”