Serokê Misrê Abdul Feteh El-Sîsî di civîna Forma Ciwanên Cîhanê de bi ciwanan re civiya.

Serokê Misrê Abdul Feteh El-Sîsî di civîna Forma Ciwanên Cîhanê ya li bajarê Şerm El-Şêx a Misrê hate lidarxistin de axivî û diyar kir ku nasnameya Kurdan nayê tinekirin, gelê Kurd 60 salên derbasbûyî êş kişandiye.

Di demê borî de ji ber dagirkeriya Tirkiye ya li Rojava û hewldanên Enqerê ya bi Lîbyayê re di navbera Misir û Tirkiye de alozî derketiye.

Girêdayî vê El-Sîsî duh piştrastkir ku Misir rê nade ti aliyan ji bo kontrolkirina Lîbiyayê.