Li gorî daxuyaniya Serokwzaretiyê, Serokwezîr Phîlîppe serê sibehê îstifaya hikumetê pêşkêş kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta hikumeta nû diyar bibe Serokwezîr û endamên hikumetê wê karê xwe yê rojane bidomînin.
Desthilatdarî çend hefte ne ji bo destnîşankirina rêya nû bi hev dişêwire. Îstifaya hikumetê piştî tûra duyemîn a hilbijartinên şaredariyê pêk hat. Partiya li desthilatdariyê LREM di hilbijartinê de derbeke giran xwaribû û partiyên kesk û çep di hilbijartinê de bi ser ketibûn.