Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî piştî rojeke bi xwîn tije îstifaya xwe pêşkêş kir. Piştî îstifaya Ebdulmehdî xwepêşanderên ku bi qasî du meh in li Qada Tehrîr a dagirkiribûn xwepêşandanên kêfxweşiyê dikin.
Di 1’yê Mijdara 2019’an de li Bexda û gelek bajarên din ên Iraqê li dijî gendelî, bêkarî û tunebûna xizmetguzariyê xwepêşandan hatibûn destpêkirin û hîn jî berdewam dikin. Di van xwepêşandanan de heta niha nêzî 400 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran jî birîndar bûn. Her wiha gelek ziyana madî derketiye holê.
Li ser xwepêşandanan duh êvarê Serokê Koalîsyona Saîrun Muqteda El-Sedir daxuyaniyek dabû û bang li hikûmetê kiribû ku îstîfa bike.
Her wiha parlamentoyê jî biryara civîna awarte girtibû.