‘Ez êşkence kirim, heqaret li min kir û min neçar kirin ku bibim musilman‘. Bi van gotinan zaroka Êzidî Nadîn Salih ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibû revandin serpêhatiya xwe parve dike.
SILAVA EBDULREHMAN – RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO
Çeteyên DAIŞ‘ê di 3‘yê Tebaxa 2014‘an de piştî ku Peşmergeyên PDK‘ê vekişiyan êrîşê birin ser Şengalê û komkujî pêk anîn. Bi sedan jin û zarok revandin û ew li bazaran firotin û wan wekî xizmetkar bi kar anîn.
Çeteyan di êrîşên li ser gundê Solax ê Şengalê de, zaroka bi navê Nadîn Salih ku wê demên temenê wê 12 salî bû, dayik û xwişkên wê û tevê wê revandin, paşê ew xistin girtîgeha bajarê Tileferê ya Iraqê.
Nadîn wan kêliyan wiha bi bîr tînin: “Kêliyên bi tirs bûn, çeteyan jin û keçan dibirin û li bazarên çeteyan difrotin an jî wan wekî xizmetkarên xwe bi kar dianîn. Çeteyan min û xwişka min birin bajarê Reqayê, lê nizanim dayika min bi kuve birin. Paşê jî min û xwişka min ji hev qut kirin, heta niha ez çarenûsa dayik û xwişka xwe nizanim.”
Nadîn dema ku behsa serpêhatiya xwe dikir rondik ji çavên wê dihatin û wiha dewam kir:” “Ez gelek caran hatim firotin, cara yekemîn min wekî diyarî dan fermandarekî çeteyan yê Sûrî navê wî Ebû Mûxîra bû ku ji aliyê xwe ve ez birim bajarê Babê, ez salekê li wir mam, rastî her cûre êşkence û heqaret hatim, li aliyekî din jî neçar kirim ku bibim musilman.”
Nadîn Salih dibêje, piştre çete Ebû Mûxîra wê difroşe çeteyek din bi navê Ebû Eymen, paşê jî çeteyek Siûdî bi navê Ebû Abdullah El-Siûdî û di nava gelek herêmên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatin dagirkirin hate veguhestin û rastî şideta dirûnî û fizîkî hat.
Li gorî Nadîn, wê 9 caran hewl da xwe ji çeteyan xilas bike û bireve, lê her caran hate keşfkirin. Caran dawî bi qamçiyan lê dan. Nadîn çîroka serpêkhateya xwe wiha didomîne: “Ji min re digotin tu yî ji her kesî re bibî mînak, ez xistim odeyeke biçûk û tarî, xwarin li ser min qedexe kirin. Her ku min hewl dide birevim, li pêşiya her kesî gefa kuştinê li min dixwarin. Herî dawî ez birim herêma Hecînê.”
Şervanên QSD‘ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de li bajaroka Hecînê di çalakiyeke taybet bi sedan sivîl di nav de Nadîn rizgar kirin.
Nadîn spasiya hêzên QSD û YPJ‘ê dike ku ew ji zulma çeteyan rizgar kirin.
YPJ‘ê, Nadîn Salih radestî Desteya Jin a Herêma Cizîrê kirin, ku deste jî wê ji aliyê xwe ve radestî malbata wê li Şengalê bike.
ANHA