Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de ya li hemberî faşîzmaya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek destanên lehengiyê bi tîpên zêrîn hatin rêsandin. Berxwedaniya şervanên YPG, YPJ û Cebhet El-Ekrad jî ya li gundê Basilê yê navçeya Şêrawayî yek ji van destanan e.

Berxwedana 12 şervanan bi sedan çete tar û mar kirin

Berxwedana Efrînê ya sala 2018‘an ku li hemberî çekên pêşketî û giran a dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê hate raberkirin li ser zimana tê qalkirin, nexasim berxwedana 58 rojên destpêkê ya qonaxa yekemîn a Berxwedanê Serdemê.

Kantona Efrînê ku ji 336 gund û bajarokan pêk tê, di Çileya 2018‘an rastî êrîşên herî dijwar ên dewleta Tirk û çeteyên wê hat, bi pêşengtiya şervanên YPJ, YPG, Hêzên Cebhet El-Ekrad û gelê şoreşger berxwedaniyeke pêhempa li hember van êrîşan hate meşandin û destanên qehremantiyê hatin ravekirin. Di dosyaya îro de em ê çalakiyên li gundê Basilê yê navçeya Şêrawayê hatin kirin li ser zimanê Fermandarê Cebhet El-Ekrad Ehmed Berket nas bikin.

12 şervanan gundê Basilê ji sedan çeteyan rizgar kirin

Fermandarê Cebhet El-Ekrad Ehmed Berket diyar dike ku beriya biçe navçeya Şêrawayê da ku piştgiriya şervanên YPG û YPJ‘ê li gundên navçeya Şerayê dima wiha qala serpêhateyê dike:”Di roja 50‘î ya Berxwedana Serdemê de, fermandariyê ji me xwest em gurupekê şervanana ava bikin da ku biçin gundê Basilê, li ser vê yekê me gurupeke ku ji 12 şervanan ava kir, ez jî di nav de bûm. Di wê demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gund dagir kiribûn, piştî ku bi balafir, fûz û tank û topan êrîşî kiribûn û di aliyê bejayî de jî bi zêdeyî 100 leşker û çeteyan gund dagir kirûbûn. Rexmî ku Basilê biçûk jî çeteyan bi ewqas hêzê êrîşî gund kiribûn. Li ser vê yekê me biryar da ku biçin gund û li dagirkeran bidin. Dema em çûn êvar bû, ji ber ku bi roj tevger heye û balafirên keşfê digeriyan. Me xwe li gorî du beşan dabeş kir, her komek ji 6 şervanan pêk dihat da ku derbasî gund bidin, dema em derbas bibin jî em dîsa xwe li gorî çend komên din dabeş bikin, ku em ê lê wan bidin û paş de vegerin.

Piştî me plan danî bi baldarî û di nava darên zeytûnan ên derdora gund me berê xwe da gund, her komeke bi aliyekî de çû, piştî çend saetan ji meşê, em xwe gîhand mala yekem a li derdora gund, li vir jî koma me dabeşî du koman bû, her 3 şervan bi hev re tevger dikirin. Piştî ku em gund û nuqteyên dijmin kontrol kir, me du nuqteyên destpêkê ku em êrîş bikin diyar kir, her komeke bi ser nuqteyekê de çû û me bombeyên destan avêtin nuqteyên çeteyan. Gund bi dengê gule û bombeyan gûr bû, bi lez di nav malan de em derbasî gund bûn û me li çeteyan dan. Li aliyê din ê gund hevalên me dijmin ji hev xist, dengê guleyan ji gund dihat bihîst. Me li wan dida û em paş de vedgeriyan, me çete ji hev xistin û eniyên wan ê parastinê şikets û hêza wan pûç bû. Êdî nema heval û diminên xwe ji hev nas dikir û gule bê serûber direşandin û dixwestin birevin. Şerê di navbera me zêdeyî saetekê berdewam kir, li gelek eniyan me bi kêran şer dikir, dema çeteyan xwestin birevin li me rast dihatin, ji ber dem tunebû ku em gule li wan bireşînin me kêr li hemberî wan bi kar di anîn.

Piştre şerê me gihişt asta ku bi destan jî bi hev bikevin. Şehîd Kendal Hawar û çeteyekê bi hev ketin, Kendal çek ji çete stand, çete jî kêleka Kendal girt da ku wî li erdê bide, ji ber ku tiştek di destê wî de tinbe bû destê xwe avêt bîrîka Kendal, li tiştekî digeriya ku karibe pê li Kendal bide, dema destê xwe xist bêrîka Kendal telefona destan derxist û reviya, xwe li piştî malekî veşart, Şehîd Kendal bi henekî got, ev çete heya mirinê dev ji diziyê bernadin, çeteyê telefon dizanî li gel malbata Kendal axivî û gefa kuştina wî dixwar. “

Ehmed Bereket, serpêhatiya berxwedana gundê Basilê wiha didomîne: “Me pêşdeçûnên xwe yên dik nava gund ve domandin, leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gund dereviyan, di wê demê de me bi erebeyeke BMB kir hedef û teqandin. Agir gûr bû û çeteyên mabûn reviyan û li pey xwe çeka doçka hiştin. Piştî ku gund bê deng bû, me agahî da hevalên xwe, dûra jî me xebatên lêgerînê dane destpêkirin, ta ku teqez bikin bê ka dijmin li gund ma ye ya na. Li vir me termê 25 çeteyan dîtin, ev ji bilî kuştî û birîndarên ku çeteyan bi xwe re birin dema direviyan. Bi rastî çalakiya me pir bi bandor bû û cihê xwe girt.

Heya saetên berbanga sibehê me gund bi temamî paqij kiribû û me hemû çekên ku dijmin li pey xwe hiştibûn kom kirin, me cihê xwe girtin û me xwe ji îhtîmala êrîşên dijmin re amade kiribû. Bi derketina rojê re balafirên keşfê û yên şer geriyan, piştî ku çend caran li gund geriyan 3 balafirên şer bi awayekî hovane bombe li gund barandin. Di heman demê de fûzên wan li ser gund ne disekinîn, di aliyê bejahî de êrîş pêk dianîn. Di nava kêmî nîv saetê gund hate kavilkirin, agir û dûman li her deverê gund belav bû, me nedikarî tevbigerin û telefonên bê têl û yên destan vêxînin û bi hevalên xwe re pêwendiyan çêbikin, ji ber ku balafirên keşfê nedisekinîn, me xwe li deverên asê girt da ku xwe ji balafiran biparêzin. Piştî êrîşên hovane, bi hejmareke mezin leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî tank û panzêran êrîşên bejayî anîn ser gund. Li hemberî vê yekê tişta ku me dikarîbû bikiraba em bihêlin derbasî gund bibin da ku wekî cara yekê di hundirê gunde li wan bidin, di heman demê de wê balafair û top li ser gund jî nebin. Belê me cihê xwe girt ta leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi tankan derbasî dibûn, li derdora gund em bi wan re ketin nav şer, dîsa jî di navbera me û wan de bi saetan şer dewam kir. Min bi hevalan re peywendî çêkir, lê agahiyên nexweş ji min re hatin, gotin 7 hevalê me di nav de Kendal Hawar di encama bombebarana balafiran şehîda bûne, em 5 heval li gund man û me bersiva êrîşên zêdeyî 200 leşker û çeteyan dida. Min agahî da fermandariyê, fermandariyê xwest em di vê rewşê de ji gund derkevin û got ew ê hevalan bişînin da ku werin alîkariya me, her yek ji me cenazeyê şehîdekî rakir û yek jî di bin înqazê de ma, me nedikarî derxînin, di nav baxçeyên zeytûnan de em derketin, li derdora gund heval gihîştin me û em berê xwe da gundê Soxanekê yê li beramberî gundê Basilê.

Êrîşên li ser Efrînê komployeke navdewletî ye, gelek hêzan destek dane Tirkiyeyê da ku xwîna gelê me yê Efrînê birijînin. Lê têgihiştina me ya li ser vê komployê hebû, rexmî ferqa hejmar û çekan a di navbera me û dijmin de me dev ji berxwedaniya xwe berneda, me soz daye şehîdan ku em ê tola wan hilînin, em li ser soza xwe ne, berxwedana me di qonaxa duyemîn de didome, em Efrînê ji dagirkeran re bikin kabûs.”

ANHA