Jina ciwan ya bi navê Hezar Uçar ya ji wargeha penaberan a Mexmûrê trajedî, serpêhatî û çîroka koçberiyê ya malbata xwe dike pirtûk. Hezar Uçar dest bi nivîsîna pirtûkê kiriye û navê wê jî kiriye, “Dilopek ji Derya Penaberiyê.”

Jina ciwan a ji Mexmûrê Hezar Uçar li ser jiyana xwe ya penaberiyê, trajediyên ku dîtine û bi giştî rêwîtiya ji Bakurê Kurdistanê berbi Başûrê Kurdistanê dike pirtûk.

Hezar Uçar ku di penaberiyê de mezin bûye, hem bûyerên ku bi çavê xwe dîtiye, çavdêriyên xwe hem jî çîrokên penaberiyê yên pîrika wê jêre gotiye dixwaze bike pirtûk. Hezar ku materyaleke wisa dewlemend û zindî di destê wê de heye, dixwaze bi nivîsandina pirtûka bi navê, “Dilopek ji Derya Penaberiyê” nemir bike û ji dîrokê re bihêle.

Hezar Uçar ku bavê xwe di rêya koçberiyê de ji dest daye, naxwaze penaberî û koçberiya ku jiyankirine were ji bîr kirin û wiha diaxive, “Ev tiştên ku bi serê me hatiye, min ne xwest tenê di gotin de bimîne û biryar da ku dest bi nivîsandina pirtûkê bikim. Bi vê pirtûkê hewl didim van serpêhatiyan weke belgeyek ji nifşên nû re jî bihêlim. Min bi alîkariya hinek kesên ku ji pirtûk nivîsandinê fêm dikin û zanyariyên wan başe, alîkarî bigirim. Di vê pirtûkê de zêdetir min cih daye tiştên ku min bixwe bi çavê xwe dîtiye û beşek jî cih daye bûyerên di derdora me de rû didan. Min di vê pirtûkê de cih daye rêwîtiya ji Bakurê Kurdistanê berbi Başûr ve. Eger ev xebata min serkeftî encam bibe, dixwazim cîlda duyemîn jî li ser Mexmûrê binivîsim.”