Fermandarê QSD’ê yê Serêkaniyê Şervan Sason: Çawa ku şervanên QSD’ê li Serêkaniyê 5 metre li pêş xwe mirinê dibîne û dikeve çeperan, divê her kes wekî vî giyanî tevbigere.
Fermandarê QSD’ê yê Serêkaniyê Şervan Sason, derbarê rewşa dawîn a Keleha Berxwedanê Serêkaniyê pirsên me bersivand.
Sason li ser pirsa me ya ku duyemîn artêşa mezin a NATO’yê tevî çeteyên xwe 10 roj in êrîş dike, gelo di roja 10’an de rewşa şer çi ye, got ku “Ez hemû gelên Kurd,Ereb, Siryan û hemû gelên Rojava silav dikim. Şehîdê Serêkaniyê bi hurmet bi bîr tînim.
Ev şerê di 10 rojan ne nû ye. Heft sal in li ser Serêkaniyê êrîş hene. Heft sal berê jî heman feraset û artêşê xwest dagir bike lê têk çû. Ev şerê 10 rojan encama feraseta 100 salan e. Em li hemberî vê ferasetê şer dikin.
Êrîşan 10 roj berê dest pê kir. Hemû şervanên me amadekariyên xwe kiribûn. Fermandar, gel û şervanên me, ji van êrîşan re amade bû. Êrîş bi çekên giran û êrîşên hewayî dest pê kir. Me tevdîrên xwe yên xurt li nava bajêr stend. Ji bo ku artêşa dagirker nekeve nav bajêr şervanên YPG, YPJ û QSD’ê li dora bajêr tevdîrên xurt wergirtin. Dijmin di roja duyemîn de xwest ji ser erda vala dora bajêr bigire lê ev ne hêsan bû. Heta ku dora bajêr hate girtin, bi sedan leşker û çeteyên dijmin mirin. Bi dehan tank, panzêr û wesayîtên wan ên leşkerî îmha bû. Piştî ku dora bajêr girtin xwestin têkevin nava bajêr. Di pênc rojên pêşîn de avahiyek jî nekete destê dijmin. Bi obus û tankan bomberdûman kirin. Bi sedan leşker û çeteyên wan mirin lê bi ser neketin.
Herêma Sanayiyê ya di têketina aliyê rojhilat a bajêr de, pênc caran dest guhert. Nikaribûn ji destê şervanên me derxînin. Bi çekan giran sanayî bomberdûman kirin û wisa desteser kirin.
Niha jî rewşa li bajêr ev e, her derê bi balefiran bomberdûman dikin. “
Sason ji bo parastina gelê sivîl jî got ku “Hemû şervanên QSD’ê fedayiyên gel in. Her şervanên me yên di van çeperan de fedaî ne. Bi vê bîr û baweriyê dijîn. Tu hêz nikare li van çeperan wekî şervanên me li ber xwe bidin. Şervanên me li hemberî hemû talûkeyan şer dikin, gel û axa xwe diparêzin.”
KELEHA BERXWEDANÊ SERÊKANIYÊ
Li ser pirsa me ya ku Serêkaniyê çawa bû keleha berxwedanê, Sason got ku “Biryareke me heye, divê bihustek axa me nekeve destê dijmin. Cihên ku dijmin stendine, em ê ji wan bistînin. Heke şervanên me li van çeperan şehîd bûbin, di heman deqîqeyan de tola wê jî hatiye stendin. Ev keleha berxwedanê ye. Li Serêkaniyê tu çeper neşikest. Kîjan çeperê derb xwaribe, tola wê hatiye stendin. Li Serêkaniyê jin, mêr û hemû malbatan tevî QSD’ê li dijî çeteyan şer kirin.
REWŞA AGIRBESTÊ
Agirbest di gotinê de çêbû lê di warê pratîk de pêk nehat. Dewleta Tirk agirbestê bin pê dike. Êrîş hê jî didome. Ji dema ku agirbest bi fermî hatiye ragihandin û heta niha êrîşî 40 çeperên me hate kirin lê me hemû êrîş şikand. Ew dixwazin hema maleke din jî bi dest bixin, ev hewldanên wan didome. Gelek caran êrîşî nexweşxaneyê kirin. Li nexweşxaneyê gelek birîndar hebûn. Şervanên QSD’ê pêşiya êrîşê girtin.
Divê were zanîn, em ê nehêlin ku ew metreyekê jî bi pêş ve werin. Ji serê sibehê de gelek mirî û birîndarên dewleta Tirk hene û 6 hevalên me birîndar bûne.
BANG
Çawa ku şervanên QSD’ê li Serêkaniyê 5 metre li pêş xwe mirinê dibîne û dikeve çeperan, divê her kes wekî vî giyanî tevbigere. Banga min a li hemû gelê Kurd ev e. Divê li hemberî dijmin em bibin yek.”
Sason herî dawîn diyar kir ku ew geşedanên li cîhanê baş nikarin bişopînin û got ku “Ez bawer im civak bi wijdan in û vê rewşê dibînin. Li vê derê gelek tê qetilkirin û civakek tê tunekirin.”