Şervaneke YPJ’ê ya li eniya Eyn Îsayê destnîşan kir, ku êrîş çiqasî giran be û ji aliyê kê tê kirin bila bê kirin ew ji têkoşîna xwe venagerin û serketin wê ya wan be.
Şervana YPJ’ê Canda li eniya Eyn Îsayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan li ber xwe dide.
Şervana YPJ’ê biryardariya xwe wiha anî ziman: “Em ji bo Rojava û tevahiya Sûriyeyê li ber xwe didin. Ji bo me moralekî herî mezine. Em baş zanin ku serketin wê ya me be. Heta dawiyê em amade ne her tiştên ji me tê xwestin ji bo vî gelî, ji bo her çar parçeyan feda bikin. Çi diki bila bikin, dinya jî bi ser me ve bê em ji rêya xwe venagerin, em bi vê berxwedana xwe pir kêfxweş û serbilindin. Moralê me ti carî nakeve. Ji bo gelê xwe em amade ne jiyana xwe feda bikin. Armanceke me heye û piştî ewqas salî em qet dest ji wê armancê bernadin. Lewma niha li her deverê şerekî giran bi moraleke mezin heye.”