Ev sernanê nivîsa rojnamevan Aryen Firat e û dibêje; Gerilla Botan, bû şervanê gelê xwe û darbeyên giran li dijmin dist û wek lehengê destanan tê binavkirin.

Botan Amed, bi navê rastî Ahmet Yener li bajarê qedîm ê Kurdistanê li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Her ku mezin dibû, hîn bêhtir rastiya gelê xwe nas dikin. Bi taybetî dema destan û çîrokên lehengiyê guhdarî dikir, hêrsa wî zêde dibû. Ne tenê li hemberî dijmin, li hemberî Kurdên ku rastî û hebûna xwe înkar dikirin jî hêrs dibû.

Dît ku ji bilî PKK’ê tu hêzeke din gelê Kurd naprêze û ji bo azadiya gel têkoşînê nake.

Botan di sala 2015’an de tevlî nava refên Gerilla bû û ji Şingalê heta bi Rojava, ji Rojava heta bi Herêmên Parastina Medya rêwîtiyeke dûr û dirêj da ber xwe.

Pişî perwerdehiya lî Akademiya Mehmet Goyî, bi mîsyona pêşengiyê rabû, têkçûn ti carî qebûl nekir û her dem çalekiyên serketî kirin.

Botan, bi keda xwe, ji nava bêderfetiyan derfet afirandin û bi îradeyek polayî ya Apoyî, têkoşîn kir. Zanîbû ku riya serketinê têkoşîna bi fedaîtî ye. Bi vê armancê tevlî nava Hêzên Taybet bû.

Botan ku li dijî dijmin bêtirs şer dikir û darbeyên giran li dijmin dixistin. Êdî navê wî bûbû qehremanê Botanê. Li gel êrîşên dijwar yên dijmin, ti carî morala wî xera nebû û li eniya herî pêş bi erka fermandariyê rabû. Hem hevriyên xwe diparastin, hem jî bi çalakiyan bû tirsa dilê dijmin.

Botan destanên bi xêtên zêrîn li pey xwe hiştin û tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.