Ji bo şervanê YPG’ê Yûsûf Terkîn (Yilmaz) ku li Efrînê şehîd bû, li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê merasîma sersaxiyê û bîranînê hate lidarxistin. Apê Terkîn li NCDK’ê serdanên sersaxiyê pêşwazî kir.

Ji bo şervanê YPG’ê Yûsûf Terkîn (Yilmaz) ku li Efrînê şehîd bû, li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê merasîma sersaxiyê û bîranînê hate lidarxistin. 

Apê Terkîn Hecî Terkîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) serdanên sersaxiyê pêşwazî kir.

Hecî Terkîn got, “Bila serê Rêber Apo û gelê Kurd sax be.”

Terkîn spasiya Kurdistaniyan kir ku ew bi tenê nehiştin û got, “Ev êş bêguman wê rojekê bi dawî bibe û azadiya Kurdistanê nêzîk e.”