Şervanekî enternasyonalîst ên di nava YPG’ê de ye diyar kir ku ew li eniya Serêkaniyê ye û bombardûmaneke giran li wan tê kirin.

Şervanê entenrasyonalîst bi nasnavê Serhat Tiqqun li Facebookê bi zimanê Fransî peyamek weşand û got, “Em komek ji 10 enternasyonalîstane ku li Serêkaniyê li gel hevrêyên xwe yên Kurd, Ereb, Tirk, Ermen û Asûrî şer dikin.”

Şervan got, “Bêguman ev yek wê bibe peyama min a dawî” û diyar kir, “Balafirên şer û topbarana artêşa Tirk bênavber bombeyan li me dibarînin.”

Şervan diyar kir ku komên Îslamîst û ajanên Tirk hewl didin bikevin nava bajêr û ji bo hêzên navneteweyî got, “Piştevaniya we ne xema me ye. Em çalakiyê dixwazin.”

Şervanê enternasyonalîst bangeke wiha kir: “Eger hêzên emperyalîst ji bo rizgarkirina me nikarin ji nava namerdiya xwe rizgar bibin, hingî em bi dostên xwe yên şoreşger piştrast in ku tola me hilînin. Hedefên diyarkirî hene, tine bikin.”