Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Dêra Zorê ciwanekî din yê Êzidî ku di dema fermanê de (2014) ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Ezher Suhil Mehedê ji Şengalê û temenê wî 18 saliye îro, li navenda Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya li Xanesorê radestê xizmên wî hate kirin. Dema Ezher teslîmê malbat û xizmên wî hate kirin, li ser navê TAJÊ Hena Elyas axivî û spasiya şervanên QSD’ê kir ku ciwanên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar dikin û got, “Em xêr hatina vê birayê xwe dikin û gelek kêfxweşin ku ji destî çeteyan xilas bûye. Em şervanên QSD’ê jî silav dikin ku roj bi roj zarokên Êzidî ji destê çeteyan rizgar dikin. Em bang li hemû rêxistinên navnetewî jî dikin ku ji bo rizgarkirina dîlên Êzidî bikevin tevgerê, ji ber hîn jî bi sedan keç û xortên Êzidî di destê çeteyan de mane.”

Li ser navê malbata Ezher Sûhil, Mehed Hesu jî destxweşî li şervanên QSD’ê kir û got, “Heya niha jî dayîk, bira û xwişkên Ezher di destê çeteyan de ne. Ji ber vê em gelek xemgînin, lê em bi rizgarbûna Ezher gelek kêfxweşin.”

Ezher Suhil jî ji ajansa me re axivî û behsa çîroka xwe ya dema ketina destê çeteyan kir. Ezher wiha behsa wê demê dike, “Em ji eşîra Medikanin. 2 xwişk û 2 birayên min hene. Em 2014’an ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Dema çete ketin Şengalê ez û malbata xwe derketin çiyayê Şengalê ji bo xwe rizgar bikin, lê ji derveyî bavê em tev, ketin destê DAIŞ’ê. Wê demê hemû kesên dîl diketin destê wan dibirin Telaferê.  Ew gelek xirap nêzî me dibûn, her timî li me dixistin. Li cihê ku dimam gelek ciwanên Êzidî hebûn. Li vir perwerdeyeke taybet didan me. Ji zarokên 8 salî bigire heya yên mezin, hemû fêrî bikaranîna çek dikirin. Gelek nebaş nêzî yên zû fêrî çek nabin, dibûn.”

Ezher dibêje, DAIŞ ji bo Êzidiyan digot, kafirin û wiha pêde diçe, “Ji me re digotin, hun kafirin. Hêjmareke zêde ya ciwanên Êzidî li gel hevbûn, lê nedihiştin em bihevre peywendî çêbikin û bi Kurdî biaxivin. Dema em diaxivîn jî diviyabû bi Erebî biaxivin. Ditîrsîn ku em hev rêxistin bikin. Dema me bigotina wan nedikir, li me dixistin. Ji ber vê jî em neçarbûn ku ew çi bêjin, em bi ya wan bikin. Dema digotin, Êzidî kafirin ji tirsa me jî digot, raste wisaye. Ji bo bigihijim malbata xwe û bi taybet jî dayîka xwe ku min gelek bêriya wê kiribû, ew çi digotin min wisa dikir.”

Ezher di dawiya axaftina xwede jî diyar dike ku tenê yek daxwaziya wî heye ew jî hemû esîrên di destê DAIŞ’ê de werin rizgarkirine.