DÊRAZOR – Li gorî agahiyên ku Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê dane, îro saetên sibê, çeteyên DAIŞ`ê hewl dan bi erebeyeke bombebarkirî êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê yên bajaroka El-Sûsê bikin. Şervanên QSD`ê êrîşa çeteyan têk birin û çeteyê êrîşkar hate kuştin.

Her wiha erebeya teqemenî ya çeteyan kete destê şervanên QSD`ê.

Şervanên QSD`ê îro derbasî bajaroka El-Sûsê bûn û li bajarok şerên giran rû didin.