Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) zêdeyî 2 hezar sivîlên rizgar kirin ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve weke mertal dihatin bikaranîn.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de korîdorên ewlekariyê ava kirin û zêdeyî 2 hezar sivîlên ji aliyê çeteyan ve weke metal dihatin bikaranîn rizgar kirin.

Piraniya kesên hatine rizgarkirin extiyar, zarok û jin in.

Çeteyên DAÎŞ’ê ji bo pêşî li reva sivîlan bigirin û nehêlin şervanên QSD’ê bi pêş ve biçin, li herêmê gelek mayin bi cih kirine. Ji ber mainan gelek mirovên sivîl mirin û birîndar bûn.