Endama Meclîsa PJAK’ê Şervîn Mazlûm çalakgerên grevên birçîbûnê silav kir û bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê û jinan kir ku di salvegera komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dakevin qadan û xwedî li Rêberê xwe û pêşengên berxwedanê derkevin.
Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şervîn Mazlûm bi boneya salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê yên dibin pêşengiya Leyla Guven de ji Rojnews’ê re axivî.
Şervîn Mazlûm berxwedana Leyla Guven û Nasir Yagiz û hemû çalakgerên grevên birçîbûnê yên li zîndanan, Kurdistanê û derveyî welat silav kir û diyar kir ku wê bi rihê jina azad a Kurd û felsefeya Ocalan serkeftinê mîsoger bikin.
Şervîn Mazlûm diyar kir ku çawa berxwedana bi pêşengiya Sarayan,Kemal Pîr, Mazlûm Dogan û Elî Çîçekan faşîzma dewleta Tirk a li zîndanê şikandin, berxwedana dibin pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz de jî wê faşîzma dewleta Tirk bişikîne.
Şervîn Mazlûm çalakiyên grevên birçîbûnê weke pêngavên serkeftinê destnîşan kir û got, “Pêngavên grevên birçîbûnê wê serkeftinê bixwere bînin. Pêngavên dîrokî ne û gelê Kurd xistiye qonaxeke nû. Herçend hîn jî cîhan li hember vê berxwedanê bêdenge jî, lê berxwedan faşîzmê binxistiye.”
Şervîn Mazlûm îşaret bi axaftina Leyla Guven a , “Em deyndarê Ocalan in” jî dike û dibêje, “Heval Leyla dibêje, em deyndarê Rêber Apo ne û rexnedayîna xwe didin ku me vê çalakiyê dereng daye destpêkirin. Ev gotin pir watedare û divê herkes vê peyamê baş fêm bike.”
Tecrîda li ser Rêber Apo 20 sal li pey xwe hişt
Şervîn balkişand ser bêdengiya Saziyên Mafê Mirovan û CPT û got, “Li Strasbourgê jî çalakî heye, lê bêdengiyeke cidî jî li hember vêya heye. Divê êdî em nerazîbûn nîşan van saziyên îddîa dikin ku mafê mirovan diparêzin û CPT bidin. Em nikarin bi daxuyaniyan vê bêdengiya li hember berxwedanê bişikînin. Divê em bi rihê berxwedana zîndana Amedê li dijî faşîzmê têbikoşin.
Banga li gelê Rojhilatê Kurdistanê
Şervîn Mazlûm bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê dike ku ji bo Rêbertiya xwe dakevin qadan û wiha pêde çû, “Pêwîste gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê xwedî li berxwedanê û Rêber Apo derbikeve û dakeve qadan. Çawa gelê Rojhilat di dema komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo de bi riheke netewî daket qadan û nerazîbûn nîşandan, divê bi heman rihê di salvegera komployê de dakevin qadan û bêjin, ‘Êdî Bes e’. Em jî weke jinên Rojhilatê Kurdistanê ji derveyî serkeftinê û jiyaneke azad ti tişteke din jixwere qebûl nakin.”
Xiyanet û binkeftinê li ser me ferz dikin
Şervîn Mazlûm di dawiya axaftina xwede got, “Dijmin xiyanet û binkeftinê li ser me ferz dikin. Lê gelê Kurd êdî vê yekê têk biriye û bûye xwedî nasnameyekî. Gelê Kurd ji derveyî serkeftin û xeta berxwedanê tiştek din qebûl nakin. Çalakiya hevala Leyla û hemû berxwedêran wê çok bi dijmin deyne û ewan neçarê çareseriyê bikin û dê neçarê Rêber Apo û gelê Kurd bike.”