Sûdan a Başûr ku bi dehan salan li dijî Sûdan a Bakur şer kir, di 9’ê Tîrmeha 2011’an de bi rengekî fermî bû dewleta 193’an. Pêkhatina ev xewn û xeyala serxwebûnê bi xwepêşandanên kêfxweşiyê hatibû pîrozkirin.
Lê ev kêfxweşî demeke dirêj dewam nekir. Di Kanûna 2013’an de şerekî giran ê navxweyî dest pê kir. Di nava pênc salan de zêdeyî 380 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, derdora 4 milyon kes ku ji sê paran parekî nifûsa welêt e ji cih û warê xwe bûn. Şerê navxweyî krîza mirovî jî giran kir.
Di Îlona 2018’an de di navbera Serokkomar Salva Kîîr û hevrikê wî Rîek Machar de peymana aştiyê hate îmzekirin. Kîîr bû serokkomar, Machar jî bû alîkarê wî. Welat bi vê lihevkirina hesas tê birêvebirin.
Sûdan a Başûr ku xwedî çavkaniyên girîng ê petrolê ye, li gel peymana aştiyê jî bi pêş ve neçûye. Berevajî, rewş bêhtir nebaş bû. Tundiya navbera civatên cuda û enflasyona mezin mohra xwe li krîza giran a aboriyê xist. Kêmderfetên li ser xwarinê, ji dema serxwebûnê û vir ve gihîştiye asta herî giran.
Li gorî Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP), herî kêm ji sedî 60 ê nifûsê ji derfetên xurekê bêpar in û 108.000 kes jî di nava rîska birçîbûnê de ne.
Sûdan a Başûr ji sala 2014’an û vir ve bi rengekî fermî serxwebûna xwe pîroz nekiriye. Îsal jî rayedaran vîrûsa koronayê kirin hincet û bang li gel kirin ku tenê tevlî pîrozbahiyên taybet bibin.
Dawiya meha Gulanê wê li parlamentê wekîlan bi merasîmekê sond bixwara, lê belê bêyî hincetek bê ragihandin, merasîm hate taqlokirin.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji sedî 80 ê kuştina sivîlan a di sala 2021’ê de ji ber tundiya nava komên etnîkî û çalakiyên milîsên van koman bû. Her wiha 7 xebatkarên alîkariya mirovî îsal hatin kuştin.