Şerzan Kûrt ê di 12’ê Gulana 2010’an de ji aliyê polîsan ve hate şehîdkirin.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûgla, di salvegera şehîdkirina xwendekarê zanîngehê Şerzan Kûrt de, li Qada Sinirsizlikê daxuyaniyek dan.
Li ser navê girse, Sûltan Tûrgûn axivî û got;
Şerzan Kûrt di êrîşa faşîstan de û bi piştgiriya polîsan hate şehîdkirin.
Polîsê kujer Gultekîn Şahîn hate girtin.
Doz ji ber ewlehiyê veguhestin Eskîşehîrê û kujer berdan.
Necezakirina kujer karê faşîzmê ye û tê wateya cezakirina civaka.
Ji ber ku Şerzan Kûrt Kurd bû û bi Kurdî axivî hate kuştin.
Heta ku ji bo Şerzan edaleta rast neyê pêkanîn em ê li van kolanan xwedî li bîranîna Şerzan derkevin û daxwaza edaletê biqêrin.”