Şewata li Dersimê ku ji aliyê artêşa Tirk ve hate derxistin heremek ji hezaran hektarî şewitand.

Piştî operasyona leşkerî ya artêşa TC a dagirker li Deşat Bozan, herêmên Zogar, Derekoy, Kozûlca, Koçkozûlca, Zengî, Degîrmendere, Dundul, Geyîksûyû û Alîbogazi yên li navçeyên Pilur, Çemîşgezek û Xozadê yên Dersimê hate meşandin, li herêmê şewat derket. Ji ber şewatê herêmek ji hezaran hektarî şewitî.

Destûr nayê dayin ku kes şewatê vemirîne. Desteya Parastina Mûnzûrê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo vemirandina şewatê bang kir.